Li Iraqê wekîltiya 6 parlamenteran hate betalkirin
Şêwirmendê Hiqûqî yê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wekîltiya 6 parlamenteran hatiye betalkirin.
Şêwirmendê Hiqûqî yê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê diyar kir ku wekîltiya 6 parlamenteran hatiye betalkirin.
Şêwirmendê Yasayî yê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê Hesen Selman têkildarî dûrxistina çend namzetên parlementoyê ji Medyaya Iraqî re axivî.
Hesen Selman anî ziman ku hejmara namzetên serketî yên parlementoyê piştî hilbijartinê heta niha ji erkê hatine dûrxistin gihiştiye 6 kesî.
Sedam dawî ya dûrxistinê jî di encama îtirazan de pêk hatiye.
Hesen Selman diyar kir ku ji ber guherînan aliyek kursiyek ji dest daye, anî ziman ku guherîn li Parêzgeha Nînowa di kotaya jinan de pêk hatiye, kursiyeke yê kotayan ji lîsteyekê derbasî lîsteya din bûye.
Hesen Selman navê namzetên ji erkê hatine dûrxistin negot, lê diyar kir ku ji Çarçoveya Yasayê bûne.
Hêjayî bibîrxistinê ye 11’ê Mijdara îsal hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê pêk hatibû. Hem beriya hilbijartinê û piştî wê gelek namzetên parlementoyê ji aliyê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Iraqê ve bi sedemên cuda cuda ji namzetiyê hatibûn dûrxistin.